ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-10-2023
10 cotmeh, 2023   23:00

Siyasetmedar Cûliye Mehmûd û çalakvan Suhêl El Senûh got hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li gorî nirxên exlaqî tev nagerin. Her wiha destnîşan kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê gel têkoşînê gur bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên êrişên dewleta Tirk a dagirker û got, dê bi yekrêzî û tevkariya bi hêzên leşkerî re tola şehîdan hilînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku erêkirinek ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê heye û got: "Cîhan dê ji ber bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan li zirarê be." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pisporên Ereb destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê terora dewletê ye û li dijî hewldanên çareseriyê yên ji bo Sûriyeyê ne.

Hiqûqnasê misirî Muxtar Xebaşî diyar kir ku hedefgirtina binesaziyan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şêweyekî zêdegaviyê ye û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û got: “Hebûna Tirkiyeyê bi xwe dagirkerî ye û bi tu rêgezên meşrû yên navneteweyî nayê naskirin.”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê merasîma sersaxiyê ya navendî ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li goristana Şehîd Xebat Dêrik a navçeya Dêrikê (10 şehîd), ku goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo (7 şehîd), saet di 10:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Hesekê cenazeyên  şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn; şehîd Lorans Ebdî û Menaf Siûd Semîr, Salih Ebdulxefûr Yusif û Skender Hiso li goristana Şehîd Dijwar a Hesekê li dar dixe saet di 10:30`an de.

Şêniyên herêma Firatê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di êrişa dewleta Tirk li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê ya li navçeya Dêrikê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Parêzeran a kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyekê li Kamp Serdemê dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)