​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku armanca wan a yekemîn û dawîn pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û diyar kir ku dê têkoşîn û xebatê di oxira vê yekê de mezin bikin û got "Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne."

​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
​​​​​​​‘Em teslîm nabin, em li ser fikra Rêbertî mezin bûne′
10 cotmeh 2023   11:11

Di meşên girseyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku duh ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin, xelkê herêmê komplo red kir û nêrînên xwe parve kirin.

Têkildarî mijarê Mihemed Cuma Ebo yê ji Kobanê axivî û wiha got: "Armanca Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertî qirkirina gelên azadîxwaz e. Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe ne tenê gelê Kurd, lê tevahî gelên herêmê vejand. Dewleta Tirk vê yekê qebûl nake, ji ber ku planên wê têk dibe. Ji dema dewleta Tirk hatiye avakirin ve Kurdê baş Kurdê ku jiyana ji dest daye. Ji ber wê vegerandina ruh ji vî gelê berxwedêr re tê wateya têkbirina xewnên dewleta Tirk. Rêbertî rizgarkerê vî gelî ye, ji lew re komplo li dijî wî pêk anîn."

Welat Reşo jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çi qas êrişên xwe dijwar bike ew teslîm nabin, ji ber ku li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bûne û wiha got: "Em êdî plan û armancên wan baş dizanin û nikarin morala me têk bibin. Em amade ne parastina herêmên xwe bikin, çawa ku me çeteyên DAIŞ′ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker têk birin."

Li aliyekî din jî Mesûd Mihemed jî wiha got: "Armanca yekemîn a komploya li dijî Rêberê me têkbirina projeya wî ya demokratîk e. Dîtin ku ew proje li ser berjewendiyên wan xeteriyeke mezin e û dê her tiştê plan kirine ji dest bidin. Lê nikarîn li hember Rêbertî û fikra wî ku êdî çareyeka yekane ya krîz û şerê li herêma Rojhilata Navîn e bisekinin û êdî bi milyonan bi navî wî bang dikin û di oxira pêkanîn azadiya wî ya fîzîkî de tê dikoşin û komployê têk birin."

Ayşe Silêman banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku heta gelên tolhildêr li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin, komploger nagihêjin armanca xwe.

Mehmûd Mistefa jî got ew bi Rêber Abdullah Ocalan re ne, serî ji tu kesî re natewînin û dê serbilind bikin û wiha got: "Berxwedan rêya me û ji tiştekî natirsin, yan şehadet an jî jiyaneke birûmet. Dê heta dawiyê li pey rêberê xwe bin."

‘ARMANCA KOMPLOYÊ ŞIKANDINA KILÎTA DOZA ROJHILATA NAVÎN E′

Ehmed Gulo yê ji Qamişloyê jî li ser mijarê wiha got: "Rêbertî êdî bûye armanca tevahî hêzên navneteweyî yên hegemon û ha 25 sal di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî wî re derbas dibin. Di wê komployê de dewletên mezin beşdar bûn da ku fikr û felsefeya Rêbertî têk bibin. Em niha di sedsala 21′an de ne û pêdiviya demê bi biratiya gelan, jiyana hevbeş a rmet û azadî heye û Rêbertî jî kilît çareseriyê ya doza Rojhilata Navîn û cîhanê ye."

Gulo wiha bi dawî kir: "Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Kurdistanê ne derveyî çarçoveya komployê ne, lê belê parçeyek ji komployê ne û divê em hevgirtî bin, da ku vê komployê têk bibin û Rêbertî bi fîzîkî azad bikin."

‘ME BI CIWANÎ DEST PÊ KIR, EM Ê BI CIWANAN BI SER BIKEVIN′

Ciwanê bi navê Mehmûd Yûsif wiha got: "Bi saya mîrasa fikirî ya mezin ku Rêber Abdullah Ocalan ji gelên herêmê re hiştiye, me karî li hember komployê li ber xwe bida, bi taybet ciwan li ber xwe didin. Rêbertî ciwan wek hêza pêşeng a aktîf ji bo civakê bi nav kirin."

Yûsif bi gotina Rêber Abdullah Ocalan ′Me bi ciwanan dest pê kir em ê bi ciwanan bi ser bikevein′ gotina xwe bi dawî kir.

Ferîde Şukrî jî wiha got: "Em hemû hêza xwe ji berxwedana Rêber Apo ku ji Îmraliyê dest pê kiriye û li tevahî Kurdistanê belav bûye werdigirin. Dê armancên me her tim rizgarkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û tevahî parçeyên Kurdistanê bin."

′KOMPLO LI DIJÎ TEVAHÎ GELÊ KURDISTANÊ BÛ′

Ji pêkhateya Ermen Xalîse Şelo ya li Qamişloyê rûniştiye wiha got: "Çiqas dewletên hegemon hewl bidin vîna gelê herêmê têk bibin, her ku hêz û îsrara me ya bi saya berxwedan û têkoşîna Rêber Ocalan li hember Komploya Navneteweyî zêde dibe. Ji ber ku di şexsê wî de tevahî gelên Kurdistanê hatin hedefgirtin."

Sûad Mistefa ya ji Dêrikî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku nûnertiya vîna gelên azadîxwaz dike û xwedî felsefeya ku êdî bûye mîras tevahî gelan ji nifşekî ber bi nifşekî şermezar kir û wiha got: "Em diruşmên ′Bê Serok Jiyan Nabe′ berz dikin, ji ber ku em bawer in ku azadiya me û azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne. Ji ber ku Rêbertî banga biratiya gelanû azadiya jinê ya li ser rêgeza edalet û wekheviyê dike."

Sûad bang li hêzên navneteweyî kir ku bêdeng nemînin û çav ji kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan re negirin, her wiha soz da ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin, têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.

‘KES NIKARE HÊZA GELÊN BI FELSEFEYA RÊBERTÎ BAWER KIRIYE LAWAZ BIKE’

Elî Hecî yê ji Dêrikê got hêzên komploger li dijî vîna gelan bûne yek ku berxwedana wan di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de têk bibin.

Hecî wiha domand: "Tu hêz an jî dewletek nikare vîn û hêza gelên xwe spartine felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û li dijî tevahî êrişên li dijî rûmet, çand û dîroka xwe têkoşînê dewam dikin, bisekinin. Em ê heta dawiyê di oxira parastina destkeftiyên şehîdan, şoreşa me û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî de xwe bispêrin fikra Rêber Abdullah Ocalan."

‘KÛRKIRINA ALOZIYAN’

Li aliyekî din jî Ebdulhadî Ehmed ê ji Girkê Legê diyar kir ku hêzên hegemon hewl didin herêm di rewşeke bêîstîqrarî, kûrkirina alozî de bimîne û li Rojhilata Navîn her tim şer be, da ku vîna gelên xwe spartina fikira Rêber Abdullah Ocalan têk bibin.

Ehmed bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Kurdistanê û wiha pê de çû: "Êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Kurdistanê îsbat e ku hêzên komploger di komploya xwe ya qikriina Kurdan de dewam dikin."

‘BI BERXWEDANÊ EM Ê KOMPLOYÊ TÊK BIBIN’

Bi hezaran welatî li Şehbayê ji bo şermezarkirina komployê daketin qadan. Di meşê de Emîne Mistefa axivî û wiha got: "Em ê tecrîda li dijî Rêbertî bişikînin, tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin. Bila dewleta dagirker baş bizane em ê bi berxwedanê komployê têk bibin."

Naya Hebeş jî komplo şermezar kir û wiha got: "Rola hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye. Em dayik heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê li qadan bin. Azadiya wî azadiya gelan e."

Emîne Osman jî wiha got: "Ji bo me jinan Rêber Abdullah Ocalan ruh e. Ji ber ku jin bi fikrên wî rizgar bûn. Ji lew re em ê ji bo wî tê bikoşin. Azadiya wî ya fîzîkî armanca me ya yekemîn û dawîn e."

Her wiha Leyla Hebeş jî got: “Em ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin. Em Komploya Navneteweyî şermezar dikin."

(fr)

ANHA