Li Tebqayê jî meşa li dijî komplo û êrişan

Li Tebqayê Komploya 9′ê Cotmehê û êrişên dewleta Tirk a dagirker bi meşekê hatin şermezarkirin. Di meşê de hate gotin dê li hember êrişan bisekinin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Li Tebqayê jî meşa li dijî komplo û êrişan
Li Tebqayê jî meşa li dijî komplo û êrişan
Li Tebqayê jî meşa li dijî komplo û êrişan
Li Tebqayê jî meşa li dijî komplo û êrişan
Li Tebqayê jî meşa li dijî komplo û êrişan
Li Tebqayê jî meşa li dijî komplo û êrişan
Li Tebqayê jî meşa li dijî komplo û êrişan
Li Tebqayê jî meşa li dijî komplo û êrişan
9 cotmeh, 2023   14:06

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist.

Meşê ji naverasta bajar ber bi Navenda Tevgera Xwendekaran a Demokratîk ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Na ji bêdengiya navneteweyî re”, "Bi hevgirtina gelan em ê Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin" û "Bi yekitiya gelan em ê êrişên dewleta Tirk a faşîst têk bibin û Rêber Apo azad bikin" hatin vekirin.

Meş li ber Navenda Tevgera Xwendekaran a Demokratîk sekinî. Li vir hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Mezlûm Omer axivî, dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha Komploya Navneteweyî şeremzar kir û got armanc ji vê komployê şikandina vîna gelên azadîxwaz e.

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Şeza El Hisên jî got ew ê têkoşînê geş bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.

Di çalakiyê de cîgira serokatiya Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê Nuha El Şiêtî jî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk armanc dike xaka Sûriyeyê parçe bike û projeya çareserkirina aloziya Sûriyeyê têk bibe."

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN DAXUYANÎ DA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Daxuyanî li ber navenda meclisê ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Mensûrayê Foza El Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin: "Armanc ji êrişên wêrankirina binsaziya herêmê, lawazkirina îradeya gelan û jihevxistina yekitiya pêkhateyan e.”

Di daxuyaniyê de çalakiya fedaî ya Tabûra Nemiran a li Enqereyê hat silavkirin. Her wiha roja destpêkirina êrişên dagirkirina Serêkaniyê wek roja reş hat wesifandin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pbeHuMUA4kc?si=kkEH41TjULL4PV3I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>