​​​​​​​Rewşa dawîn a karkerên birîndar

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de 5 karkerên jin ên li ser zeviyekê dixebitîn, birîndar bûbûn. Hate zanîn ku lingê karkerekê hatiye birîn.

​​​​​​​Rewşa dawîn a karkerên birîndar
9 cotmeh, 2023   13:55

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Bişêriyê yê rojhilatê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê de, 5 jinên li nava zeviyên pembû dixebitîn, birîndar bûbûn.

Navên birîndaran wiha ne: Reksa Salih Fewaz (50), Xedîce Îdan El Temir (40), Fereh Ednan (25), Zêna Hemûd (20), Cûmana Hemad.

Rayedarên nexweşxaneyê da zanîn ku lingê Fereh Ednan hatiye birîn û rewşa yên din baş e.

Xebatkara birîndar Xedîce El Temir têkildarî êrişê got: “Em li gundê Bişêriyê yê navçeya Zirganê di zeviya pembû de dixebitîn. Danê sibehê balafirên dewleta Tirk a dagirker herêm topbaran kir û di encamê de ez û hevalên xwe yên kar birîndar bûn."

(mh)

ANHA