​​​​​​​Çalakiya li Kobanê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya li Kobanê ya ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

​​​​​​​Çalakiya li Kobanê bi dawî bû
9 cotmeh, 2023   13:44

Çalakiya konvedanê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ya li dijî Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Konê çalakiyê li Qada Şehîd Egîd hatibû vedan.

Ji endamên rêveberiya Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî Silêman Silêman di çalakiyê de axivî û got: “Her kesê ku destê xwe di komployê de heye em wan şermezar dikin. Ev roj di nava neteweya Kurd de wek rojeke reş tê pênasekirin. Xwestin bi rêya komployê neteweya Kurd di şexsê Rêber Apo de qir bikin, lê dîsa jî bi bin ketin."

Rêvebera Meclisa Malbatê Şehîdan a navçeya Çelebiyê ya Kobanê Cîhan Elî jî got: “Divê em rê nedin dijmin ku fikra Rêber Apo ji nava me bibe. Va ye êdî bi rojan e dijmin li ser gelê me şerekî dimeşîne. Divê em jî xwedî li rêberê xwe derkevin û tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin.”

Di dawiya çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êdî gelê Kurd biryara berxwedan û azadiyê daye, kes êdî nikare me bi qetlîaman tune bike. Êdî em bi ser ketin. Divê em bi yekdestî kongra xwe ya neteweyî li dar bixin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bikin. Em bi hev re dawî li tecrîdê bînin."

(eş)

ANHA