Pêdiviya avê ya Tirbespiyê tê pêşwazîkirin

Piştî ku li gelek deveran ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker av qut bû, Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê ji bo belavkirina avê li xelkê navçeyê ketiye nava liv û tevgerê.

Pêdiviya avê ya Tirbespiyê tê pêşwazîkirin
9 cotmeh, 2023   11:39

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji 4`ê Cotmehê li dijî herêmên dewam dikin de, gelek navendên jiyanî û saziyên xizmetê û di nav de stasyonên av û kehrebeyê hatin hedefgirtin. Ji lew re xelkê gelek bajar û navçeyan bê av ma.

Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkê avê li xelkê navçeyê belav dike.

Xebatkarên şaredariyê ji saet 8:00`ê sibehê ve bi sehrîcan ava vexwarinê li taxên navçeyê belav dikin. Şaredarî armanc dike ku hemû malên navçeyê bi av bike.

(c)

ANHA