Li Moskowê komplo hat şermezarkirin

 Li Moskow paytexta Rûsyayê, Kurdan komploya  navneteweyî  9’ê Cotmehê şermezar kir.

Li Moskowê komplo hat şermezarkirin
9 cotmeh, 2023   11:55

Ji ber salvegera komploya 9’ê Cotmeha sala 1988’an li Malba Kurda ku li Moskowê ye, civînek hat çêkirin.

Di civînê de hat destnîşankirin ku komploya navneteweyî 25 sal in berdewam e û zêdeyê salekê ye tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.

Di civînê de her wiha hat diyarkirin ku azadiya Kurdan bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bi saya têkoşîna bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûna Kurdan li Kurdistanê û dinyayê hatiye qebûlkirin.

Îşaret pê hat kirin ku tevî hemû hewilên dijminên Kurdan, Kurd neqediyane û hat gotin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe têkoşîn berdewam be.