Komploya Navneteweyî û êrişên dewleta Tirk li Lubnanê hatin şeremzarkirin

Kurdistaniyên li Lubnanê komploya 9`ê Cotmehê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Kurdistaniyan, soza berdewamkirina xeta têkoşîn û berxwedanê ya ku Rêber Abdullah Ocalan xêz kiriye, dan.

Komploya Navneteweyî û êrişên dewleta Tirk li Lubnanê hatin şeremzarkirin
8 cotmeh, 2023   16:43

Bi dehan kurdistaniyên li Lubnanê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên stratejîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de, seroka Weqfa Jinan a Jîn a Lubnanê Buşra Elî axivî û got: “Em berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li dijî komploya navneteweyî ya berdewam silav dikin. Em berxwedana `Kes nikare Roja me tarî bike` ku li dora Rêbertî bûye xelekeke têkoşînê, silav dikin.”

Buşra wiha domand: “Em dê şopdarên rêya berxwedan û têkoşînê bin ku Rêbertî xêz kiriye. Ji ber ku dijminê me her kurdek dijminê xwe dihesbîne.”

Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de Buşra wiha axivî: “Ji 4`ê Cotmehê ve balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk herêmê bombebaran dikin. Dewleta Tirk di wan êrişan de, navendên stratejîk, bîrên petrolê û stasyonên avê ruxandin. Ev hovîtiya wê û dijminatiya wê ya ji demokrasiyê û azadiyê re nîşan dide. Em van êrişan şermezar dikin û bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku yekser destwerdanê bikin û rê li pêşiya hovîtiya wê bigirin.”

(şx)