Xelkê herêma Firatê sersaxî dan malbatên 6 şehîdan

Şêniyên herêma Firatê sersaxî ji malbatên şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker re xwestin.

Xelkê herêma Firatê sersaxî dan malbatên 6 şehîdan
Xelkê herêma Firatê sersaxî dan malbatên 6 şehîdan
Xelkê herêma Firatê sersaxî dan malbatên 6 şehîdan
Xelkê herêma Firatê sersaxî dan malbatên 6 şehîdan
Xelkê herêma Firatê sersaxî dan malbatên 6 şehîdan
Xelkê herêma Firatê sersaxî dan malbatên 6 şehîdan
Xelkê herêma Firatê sersaxî dan malbatên 6 şehîdan
Xelkê herêma Firatê sersaxî dan malbatên 6 şehîdan
8 cotmeh, 2023   16:16

Şêniyên harêma Firatê sersaxî ji malbatên Gêlo Şêx, Huzeyfe Hiso, Ebdurehman Hecî, Îsamîl Xelî, Ebdurehman Nasan û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Ebûd (Îsa Casim) re xwestin ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Konên sersaxiyê li navçeya Sirînê, gundên Zorava û Tuqilî hatin vedan.

Di kon de wêneyên şehîdan hatibûn daliqandin. Şêniyên herêma Firatê bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd Namirin" herikîn bin kon û merasîm hatin lidarxistin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Salih Nûh, soza şopadina xeta şehîdan da û got;"Tişta ku em dikarin bikin xewn û xeyalên ûehîdan pêk bînin. Em soz didin em ê xeta şehîdan bidomînin û têkoşînê xurt bikin."

 Yek ji rêveberiya Hêzên Parastina Civakî Menel Heyder bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got, "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze me tune bike, lê  em ê her tim li ber xwe bidin û asta têkoşîna xwe bilind bikin. ′′

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûsaz a Herêma Firatê  Hisên Şêx  sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir. Hisên Şêx  soza şopandina xeta şehîdan da û got, êriş îradeya gelên herêmê naşkîne.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd Namirin′′ bi dawî bû.

(eş/bb)

ANHA