3 tawanbarên bûyereke kuştinê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand  ku3 tawanbarên kuştina kesê bi navê Mihemed Ehmed El Beho girtine.

3 tawanbarên bûyereke kuştinê hatin girtin
8 cotmeh, 2023   17:01

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên li Minbicê 3 tawanbarên bûyereke kuştinê girtine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên me yên dijî tawanan ên li Minbicê, roja Sêşemê 5′ê Îlonê, bûyerke kuştina mexdûr Mihemed Ehmed El Beho eşkere kirin.

Hêzên me giliyek ji welatiyekî wergirt ku li maleke nêzî mal wî termê ciwanekî heye. Piştî wergirtina vê agahiyê  endamên dijî tawanan yekser cihê bûyerê dîtin û li ser sedemên kuştinê lêkolîn kirin. Li gorî delîlên berdest û bi kordîneya ligel bijîşkê tiba edlî hêzên me gihiştin wê encamê ku bi 2 kesên dema çûne cihê bûyerê û cînayet kirine guman kirin û ew girtin. Di lêpirsînê de kesê bi navê S.B. re li xwe mikur hat ku wî li Mihemed xistiye heta ku ew kuştiye. Birayê wî yê bi navê M.B. li xwe mikur hat ku di dema kirina tawanê de ew  ligel birayê xwe bû û cînayetê veşart.

Her wiha di lêpirsînan de aşkera bû ku sedema pêkanîna tawanê nakokiya malbatî ya di navbera mexdûr û hevjîna wî S.B. de bûye. Her wiha birayê wê S.B. bi agahiya xwe hevjînê wê kuştiye, ji ber wê jî ew jî S.B. bi tawana veşartina cînayetê hatiye girtin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn teqez dikin ku em ê bi ser çi kesên ku istiqrara civaka me xirab bike, bigirin û wan sewqî edaletê bidkin da ku cezayê xwe werbigirin."

(mh)

ANHA