​​​​​​​Nuqteya hêzên hikumeta Şamê hat topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundewarê Dêrikê kir hedef.

​​​​​​​Nuqteya hêzên hikumeta Şamê hat topbarankirin
8 cotmeh, 2023   16:12

Artêşa Tirk a dagirker nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li derdora gundê Eyn Dîwar ê navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê topbaran kir.

Nûçegihanên me diyar kir ku ku nuqteya hêzên hikumeta Şamê bi 3 guleyên obîsan hat topbarankirin.

(bb)

ANHA