​​​​​​​YCWK’ê: Li Îzmirê Çalakiya hişyariyê ye

YCWK'ê Li bajarê Îzmîrê a Tirkiyê li dijî komploya navneteweyî û tecrita giran kirî a li Îmraliyê  li dijî şaxa Coldwell Banker ê li Bornova ya Îzmîrê bi teqemeniya destçêkirî çalakiyek lidar xistin.

​​​​​​​YCWK’ê: Li Îzmirê Çalakiya hişyariyê ye
8 cotmeh, 2023   13:03

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist.

YCWK'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt got, "Tecrîda li ser Rêber Apo roj bi roj kûrtir dibe. Komplo bi paradîgmaya Rêber Apo hat vala derxistin. Niha dema şikandina tecrîdê ye. Çalakiyên me wê li her derê bidomin."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Weke YCWK'ê em careke din diyar dikin ku heta sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê bê rakirin, em ê di nava çalakiyan de bin. Di vê çarçoveyê de şevê din saet di 04.30'an de yekîneyên me li dijî şaxa Coldwell Banker ê li Bornova ya Îzmîrê bi teqemeniya destçêkirî çalakiyek lidar xistin. Ev çalakî ji bo hişyariyê ye! Weke YCWK’ê em bi israr in ku em ê li her derê û her demê di nava çalakiyan de bin."