Eşîrên Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Şêx û rûspiyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdenigya navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kir û got: "Ji bingehê baweriya me ya bi edaletiya doza me û bi xwîna şehîdên me û bi baweriya me bi hêzên me em ê li hemberî tevahî cûreyên terorê bisekinin."

Eşîrên Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
8 cotmeh, 2023   13:18

Meclisa Rûspiyan a Tebqa û gundewarê wê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê serokê eşîra El Bûxemîs Hisên El Raşid ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, mask û derewên dewleta Tirk a dagirker ketin xwarin ku îdia dike li ser sînorê başûr komên terorîst dike hedef.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi helwesta hevkarên li dijî terorê hate kirin û wiha hate godin: "Hevalbendên di şerê li dijî terorê xwe tenê ji balafirên Tirk diparêzin û balafireke tenê xistin xwarê ku nêzî baregeha wan bûbû. Lê ma nabînin çawa zarok, jin û zilaman bêyî cudabûn têne hedefkirin. Hevalbend ji van kiryarên bi sûc li ku derê ne? "

Şêx û rûspiyan di daxuyaniyê de gotin dê li hemberî hemû cûriyên terorê bisekinin: "Ruxmî  ku hevsengiyeke leşkerî di navbera hêzên me û hêzên wan de tune ye, lê ji bingehê baweriya me ya bi edaleta doza me, bi hevgirtina me û xurbûna eniya me ya hundirîn, her wiha ji baweriya me ya bi xwîne şehîdên me û projeya me ya neteweya demokratîk a mezin em ê li hemberî hemû cureyên terorê bisekinin."

(bb)

ANHA