Kargeheke Oksîjenê li Reqayê jî hat vekirin

Li bajarê Reqayê yekemîn Kargeha Oksîjenê hat vekirin. Hêza hilberandinê ya kargehê di saetê de 40 metrekab e.

Kargeheke Oksîjenê li Reqayê jî hat vekirin
Kargeheke Oksîjenê li Reqayê jî hat vekirin
Kargeheke Oksîjenê li Reqayê jî hat vekirin
Kargeheke Oksîjenê li Reqayê jî hat vekirin
Kargeheke Oksîjenê li Reqayê jî hat vekirin
Kargeheke Oksîjenê li Reqayê jî hat vekirin
Kargeheke Oksîjenê li Reqayê jî hat vekirin
Kargeheke Oksîjenê li Reqayê jî hat vekirin
8 cotmeh, 2023   13:01

Kargeh îro ji aliyê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ve di nava naveda wê ya li bakurê bajêr de hat vekirin. Endamên komîteyê, saziyên sivîl û leşkerî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl axivî û vekirina kargehê pîroz kir. Hêvîn got: “Hin projeyên din hene yên dikevin xizmeta gel. Emê pêşkêşkirina xizmetên tenduristî ji bo gelê xwe biqasî hêza xwe bidomînin.”

Piştre Hevserokên Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl û şêx Mihemed Nûr Zîb endamên Komîteya Tenduristiyê û bernameya xizmetên sereke, xelat kirin.

Hêza hilberandinê ya kargehê 40 metrekab di saetê de ye. Xebatên avakirinê ji 14`ê Sibatê de dest pê kiribûn û ji bo wê komîteyek ji hejmareke bijîşk û endeziyaran ve hatibû diyarkirin.

Ev kargeh li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî kargeha oksîjenê ya li herêma 7 kîlo ya Dêrazorê û ya li herêma Cizîrê, kargeha sêyemîn e.

(c)

ANHA