​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-10-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-10-2023
7 cotmeh, 2023   02:00

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan doza wî û sûcên li dijî wî tên kirin, xistin rojeva rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û mirovî. Li aliyekî din, çalakî û însiyatîfên li derve zêde dibin, piştî ku şoreşger û sandîqeyên karkeran li seranserî cîhanê ragihandin ku ew piştgiriya hemleya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Siyasetmedarê sûriyeyî Selman Şibîb destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî serdestiya Sûriyeyê û qanûnên navneteweyî. Di heman demê de diyar kir ku êriş ji salekê ve plankirî ye û tu têkiliyên wê bi îdiayên Enqereyê re tune ye. Lê belê girêdayî tima û armancên firehkirinê yên berê ne.

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Saleh Êzdîn diyar kir ku divê Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava pişta xwe bidin hêz û tifaqa xwe û got: “Bi tifaqê em dikarin li dijî her cûre êrişan bisekinin.”

Welatiyê bi navê Ednan Ebdî ku li zeviyên Hemê yên Hesekê dixebitî di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Hesekê de şehîd bû. Ev êriş, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîr û siyasetmedar li kantona Qamişlo, destnîşan kirin ku dê bi yekitiya nîştimanî û mezinkirina têkoşînê li hember xiyaneta PDK`ê bisekinin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mihemed Emîn El Neîmî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek sûcên "qirkirina komî" û kiryarên "dermirovî" tên pênasekirin û got: "Divê berpisên tirk li dadgeha cezayan a navneteweyî li gorî qanûnên bingehîn ên Romayê, werin darizandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Reqayê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê sûcên dermirovî ne û gotin: "Em ê heta dawiyê xak û gelê xwe biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa kantona Girê Spî ya dagirkirî rewşa xerab a kantona dagirkirî nirxand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyê eşîra El Bûxemîs a Ereb got, ew di yek rêzê de li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker disekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya ku Kongra Star a Helebê ji bo şeremzarkirina komploya navneteweyî li parka Eşrefiye li dar xistiye, di roja duyemîn de didome saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dauxyaniyekê li kampa Serdemê ya Şehbayê dide saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya li navçeya Fafîn a Şehbayê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî hatiye lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam e saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê li pêşiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY ya li Qamişloyê daxuyaniyekê dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê, li Kobanê û Sirînê sersaxî didin malbatên şehîdên topbarana dewleta Tirk a dagirker saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li çerxerêya El Meseb a bajarê Minbicê daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistinên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên daxuyaniyekê li navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Qamişlo dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA