Di êrişa li ser wargaha Mexmûrê de dayikek û du zarok birîndar bûn

Balafireke bêmirov û bi çek ya dewleta Tirk ya dagirker li mizgefta semta 2 ya Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir.

Di êrişa li ser wargaha Mexmûrê de dayikek û du zarok birîndar bûn
7 cotmeh, 2023   17:18

Li gorî nûçeya ROJNWS’ê balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  mizgefta semta 2 ya Wargeha ya Mexmûrê bombebaran kir û li gorî agahiyên destpêkê dayikek û du zarok birîndar bûn.