′Ramanên Rêbertî ji çekên dewleta Tirk bihêztir e′

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li taxa Eşrefiyê gotin, dê têkoşînê xurt bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û destnîşan kirin ku ramanên Rêbertî ji çekên Tirkiyeyê bihêztir e.

7 cotmeh, 2023   17:15

Kongra Star, Tevgera Hîlala Zêrîn, Yekitiya Jinên Ciwan û Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê li dar xist.

Hevseroka Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman axivî û bal kişand ser çalakiya fedaî y a Tabûra Nemiran û got: "Çalakî nameyek ji dewleta Tirk a faşîst re ye, ku em  hene, em dikarin xwe biparêzin û çekên wê îradeya hêzên me naşkîne."

Hêvîn Silêman anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi girankirina tecrîdê nikare rê li ber belavbûna ramanê Rêber Abdullah Ocalan bigire û got: "Em ê şopdarên fikrê Rêber Abdullah Ocalan bin heta azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Fehîma Hemo jî  tecîrd, êrişên dewleta Tirka  dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê wekî berdewama komploya navneteweyî nirxandin û wiha domand:"Gelê me bi felsefe û xeta rêbertiyê ve girêdayî ye. Wekî her carê wê dewleta Tirk negihêje armancên xwe. Ramanê Rêbertî ji çekên Tirkiyeyê bihêztir e."

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê têkildarî jiyana Rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî pirs ji beşdaran kirin û beşdaran jî bersiv dan. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Rojiyan Hisên got, ramanê Rêber Abdullah Ocalan heta radeyeke mezin belav bûye û tu kes nikare ji mejiyê gel derxe. Her wiha bal kişand ku li tevahî cîhanê jin ramanê Rêbertî wekî bingeha azadiya xwe dibînin.

Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Fatima Hesen jî jiyana Rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî vegot.

Di çalakiyê de endamên Hêzên Parastina Civakî semînerek li ser girîngiya xweparastinê da.

Her wiha jinên ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kiribûn, hevdîtin vegotin. Jinan gotin, Rêbertî mirovê yekemîn bû ku rêya serhildana li hemberî zîhniyeta serdest a ku azadiyê asteng dike, nîşanî jinan da. Her wiha hate diyarkirin ku jin hêz û îradeya xwe ji Rêber Abdullah Ocalan digirin.

Piştî axaftin û nîqaşan sinevîzyonek li ser komploya navneteweyî û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê hat pêşandan.

(bb)

ANHA