Gelê Cizîrê rexne û pêşniyarên xwe ji koalîsyonê re ragihandin

Welatiyên Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrikê ku çûbûn ber navenda Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê, rexne û pêşniyarên xwe ragihandin rayedarên koalîsyonê.

Gelê Cizîrê rexne û pêşniyarên xwe ji koalîsyonê re ragihandin
7 cotmeh, 2023   17:22

Şêniyên Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrikê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê, îro (7 Cotmeh) nîvro li Rimêlan daxuyanî dabû çapemeniyê.

Girseya gel piştre jî bi seyareyan çû ber navenda Koalîsyona Navnetewî ya li gundê Sikêriyê. Li vir şandeyek ji nava girseyê derbasî hundir bû û bi rayedarên koalîsyonê re hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê Endamê Saziya Șêx û Rûsipiyên Herêma Cizîrê Hewas Cidêha têkildarî hevdîtinê agahî dan.  

Hewas Cidêha destnîşan kir ku wana di hevdîtinê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navendên xizmetguzarî û enerjiyê yên herêmê bibîr xistine û li hemberî bêdengiya koalîsyonê nerazîbûna xwe aniye ziman.

Cihê got: “Me bibîr xist ku kontrola qada hewayî di destê koalîsyonê de ye, lê dijî êrîşan gavek ne avêtiye. Lewma eger vê siyaseta xwe berdewam bike, em ê jî wekî gel û eşîrên herêmê êdî baweriya xwe bi wan neyînin. Me xwest ku siyaseta xwe biguherînin, qada hewayî ya herêmê qedexe bikin û saziyên rêveberiya xweser nas bikin. Her wiha me xwest ku di pêşwazîkirina ziyana derketiye holê û ji nûve sererastkirina navendên hatine hilweşandin de gav bavêjin.”

Hewas Cidêha da zanîn ku rayedarên koalîsyonê jî diyar kirine ew ê van rexne û daxwazan ji navendên xwe re ragihînin.

(cb/a)