Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin

Li Hol, Şedadê û kampa Newroz êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hesabxwestinê ji dewleta Tirk a dagirker hatin kirin.

Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin
Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin
Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin
Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin
Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin
Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin
Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin
Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin
Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin
Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin
Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin
Çalakiyên li dijî êrişan berdewam dikin
7 cotmeh, 2023   16:15

Endamên saziyên sivîl, rûspiyên eşîran û rewşenbîr jî di nav de, bi dehan şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk dagirker meşek li dar xist.

Meş ji sûka Holê dest pê kir û li çerxerêya naverasta navçeyê bi dawî bû.

Li çerxerêyê rêvebera PYD′yê ya navçeyê Îqbal Ebdo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hedefkirina binsazî û navendên xizmetguzariyê sûcekî şer e û hate gotin: "Dixwaze debara gel qut bike û îradeya wê bişkîne. Mîna van êrişên nemerdane kiryarekî dermirovî ne."

Di daxuyaniyê piştgirî bi QSD′ê û Rêveberiya Xweser re hate dayîn û hate gotin: "Helwesta me sabit e. Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û planên wê em bi QSD′ê û Rêveberiya Xweser re ne."

Di daxuyaniyê de banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê û hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker hatin kirin.

ŞEDADÊ

Şêniyên navçeya Şedadê jî ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê heta Partka Rêbertî meşiyan.

Meş li ber Parka Rêbertî sekinî. Li vir endama Kongra Star a Şedadê Emîra Seed êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got, gelên herêmê dê li hemberî êrişan li ber xwe bidin.

Ji rêveberên PYD′ê Fadil El Ehemd jî li dijî êrişan banga xurtkirina têkoşînê kir û wiha got: "Divê zext li dewleta Tirk a dagirker were kirin da ku şerê xwe li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne."

Di çalakiyê de endamê bajarokê Mergeda Samir El Zeyanat axivî û got, êrişên dewleta Tirk binpêkirineke eşkere li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

DÊRIK

Bi dehan koçberên li kampa Newroz a li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Beşdaran li tevahî kampê meşiyan û li qada naverasta navçeyê rawestiyan. Li vir rêveberê kampê Subhî Îlyas axivî. Îlyas êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk a dagirker navendên xizmetguzariyê dike hedef da ku gel biçî bike. Bila dijmin bizanibe em ê li hemberî êrişên wê li ber xwe bidin û em ê nehêlin xaka me dagir bike, azadiya me binpê bike û milkê me talan bike."

Endama Komîteya Jinan a Kampa Newroz Hedla Mistefa jî êriş şermezar kir û got: "Êriş vîna me lawaz nake. Em ê şopdarên ramanê Rêberê xwe û şehîdên xwe bin."

Çalakî bi dirûşmên "Bimire xiyanet", "êrişên li ser herêmên em rawestînin" û "Em azadiyê dixwazin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA