Karê navendên rehabîlîtasyona zarokên DAIŞ’ê hat sekinandin

Xebatên navendên rehabîlîtasyonê ku ji bo zarokên çeteyên DAIŞ’ê hatine vekirin, ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin sekinandin.

Karê navendên rehabîlîtasyona zarokên DAIŞ’ê hat sekinandin
7 cotmeh, 2023   15:59

Ofîsa Edalet û Islahê ya Rêveberiya Xweser derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku li ser malpera rêveberiya xweser hatiye weşandin de hat diyarkirin êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser navendên rehabîlîtasyonê jî metirsiyekê çêdikin, lewma li van navendan domandina xebatan di vê demê de gengaz nîn e.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo selametiya karmend, karker û zarokan xebatên navendên rehabîlîtasyonê yên bi navê Horî û Orkêş hatine sekinandin.

(a)