​​​​​​​Li Şehbayê dijî komployê konê çalakiyê hat vedan

Bi armanca şermezarkirina salvegera komploya navnetewî li herêma Şehbayê konê çalakiyê hat vedan.

7 cotmeh, 2023   16:34

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin de, li herêma Şehbayê konê çalakiyê hat vedan.

Kon li Qada Ajokaran a gundê Fafînê bi beşdariya sedan welatiyên şehba, Şêrawa, Til Rifet, koçberên Efrînê hat vedan. Di çalakiyê de rêvber û endamên KPC, Desteya Tenduristiyê, TEV DEM, û MSD ‘ê jî amade bûn.

Di çalakiya ku bi dirûşmeya, "Dîwarê Îmraliyê hilweşînin, cenga azadiyê ser bixin" hatiye organîzekirin de, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.

Têkildarî salvegera komployê di çalakiyê de bi zimanê Kurdî û Erebî daxuyanî hat xwendin.

Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Hevserokê Desteya Perwerde û  Hîndekariyê Fadil Çawîş, ya Erebî ji aliyê Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Şehbayê Muşîre Reşîd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û çalakiyên dijî komplo û tecrîdê hatin silavkirin û hat destnîşankirin ku wê bi bi berxwedanê zindana Îmraliyê bê hilweşandin.  

 Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hedefa herî bingeh a gelên azadîxwaz e û wiha hat domandin: “Gelên ji Başûrê Afrîkayê heta Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan serî hildidin. Ev yek nîşan dide ku Rêbertî hêviya mirovahiyê ye. Em ê jî wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê pêk tê  li qadan bin. Divê her mirovek û welatparêzek li gorî diruşma ′Bê Serok Jiyan Nabe′ têkoşînê bilind bike."

Piştî daxuyaniyê li dengê Rêber Abdullah Ocalan hate guhdarkirin. Di çalakiyê de kesên ku Rêber Abdullah Ocalan dîtine axifîn û hestên xwe anîn ziman.

Li gorî bernameyê wê li bin konê çalakiyê helbest werin xwendin, berhemên hunerî werin pêşkêşkirin.

Çalakî wê sibe jî dom bike.

(zş/a)

ANHA