Hêrsa dijî êrişan zêde dibe

Partiyên siyasî, olî, civakî û tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li azadxwazên cîhanê kir ku li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk piştgiriyê bidin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
Hêrsa dijî êrişan zêde dibe
7 cotmeh, 2023   15:58

Partiyên siyasî, olî, civakî û tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi  daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê bi beşdarbûna endamên meclisê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, partiyên siyasî, komîte û nivîsên jinan daxuyaniyek li ber avahiya Rêveberiya Sivîl da. Endama meclisê Macîda Kerîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku wêraniya bi deverên xizmetguzarî, stasyonên kehrebe û avê rûyê rast ê dewleta Tirk a faşîst nîşan dide. Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi van êrişan peymanên Neteweyên Yekbûyî bin pê dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemwextî êrişa "terorî" ya li Humisê pêk hat û hate gotin: "Ev her du êriş sûcek li dijî sûriyeyan e û fail Tirkiye û hevkarên wê ne."

Bi heman armancê Partiya Sûriyeya Pêşerojê çalakiyek li çerxerêya Şehîdan a li bajarê Tebqayê li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî,  nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jin û ciwan û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Serokê Meclisa Tebqa ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ehmed El Xelef daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên delweta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî hatin şermezarkirin û hate gotin: "Berdêl çi dibe bila bibe em ê destkefiyên şoreşa xwe ji kirinên dewleta Tirk a dagirker û alavên wê yên sûc biparêzin."

DÊRAZOR

Endamên saziyên sivî û şêx û rûspiyên herêma gundewarê rojavayê Dêrazorê jî daxuyenek li ber avahiya meclisê da. Hevseorkê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Mihemed El Hîlal daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku di derxistina fîtneyan li Dêrazorê têk çûn de hewl dide bi êrişên xwe ewlehiya herêmê têk bibe. Her wiha hat gotin: "Îsrar û girêdana me ya bi projeya me ya neteweya demokratîk zêdetir dibe. Wê xwîna şehîdan vala neçe, em ê şopdarên rêya wan bin û destkeftiyên wan biparêzin."

Meclisa Sivîl a herêma Rojhilat a Dêrazorê bi amadebûna şêniyan, serokeşîr û endamên saziyên sivîl daxuyanî da. Cîgirê hevserokatiya meclisê Selah Selman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Em ê li derdora QSD′ê kom bibin. QSD′ê nûnertiya îradeya gel dike. Em ê herêmên xwe ji tevahî êrişan biparêzin."

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê jî daxuyanî da. Rêvebera meclisa kombûnê Xîtam El Hesen daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin, wê hesab ji dewleta Tirk a dagirker were pirsîn.

Xîtam El Hesen li dijî êrişan banga hevgirtinê li gelê herêmê kir.

REQA

Tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdarbûna bi dehan jinên ji Reqayê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û banga rawestandina êrişan hatin vekirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Şaredariya Gel a Reqayê Fehîma Casim daxuyanî xwend. Di di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û bang li azadxwazên cîhanê hate kirin ku li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê bidin gelên herêmê û dawî li êrişan werînin.

Piştî xwendina daxuyaniyê beşdaran bi dirûşmên "Na ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê re", "Bijî berxwedana gelan" û "Bijî QSD" meşek li çerxerêya Neîm li dar xistin.

KOBANÊ

Partiyên siyasî yên li herêma Firatê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişn dewleta Tirk a dagirker ên li ser binsaziya herêmê, navendên xizmetguzariyê û qetilkirina sivîlan şermezar kirin.

Daxuyanî li Qada Azadî ya bajarê Kobanê ji aliyê endama Meclisa Giştî ya PYD′ê ya herêma Firatê Sara Qewas ve hat xwendin.

Partiyan di daxuyaniyê de êriş şermezar kir û got, êriş xebatên QSD û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ′ê û şaneyên wê yên veşartî asteng dike.

Meclisa TEV-DEM′ê ya herêma Firatê jî daxuyaniyek li ber navenda xwe ya li bajarê Kobanê da û ji aliyê rêvebera Odeya Pêşesaziyê Nesrîn Îbo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ev êriş kîn û asta têkçûna exlaqê li gel dewleta Tirk nîşan dide. Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze DAIŞ zindî bike.

HESEKÊ

Li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên li bajarê Hesekê daxuyanî ji aliyê koçberan ve hatin dayîn. Daxuyaniya li kampa Serêkaniyê ji aliyê ji aliyê hevseroka rêvebera kampê Selma Ceco ve hat xwendin û daxuyaniya li kampa Waşûkanî ji aliyê hevseroka rêvebera kampa Waşûkanî Melek Salih ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin, dewleta Tirk bi êrişan dixwaze çeteyên DAIŞ′ê vejîne. Koçberan di daxuyaniyê de li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga hevgirtinê li gelên herêmê kir.

QAMIŞLO

 

 

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek li navenda xwe ya li taxa Xelîc a bajarê Qamişloyê da û hevserokê kongreyê Mihemed Xerzî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li saziyên olî yên li Tirkiyeyê û welatên îslamê hate kirin ku sûc û zulma dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

MINBIC

Meclisa PYD`ê ya Minbicê jî daxuyaniyek li navenda xwe ya li bajarê Minbicê da. Rêvebera meclisa partiyê Rîm Derwîş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku li hemberî êrişên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk bibin yek. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûc û êrişên dewleta Tirk hat şermezarkirin.

Meclisa PYD′ê ya Minbicê got, ew ê li hemberî êrişan bêdeng nemînin, dê hebûn û rumeta xwe biparêzin.

HELEB

Rûsiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê jî daxuyaniyek da. Rêveberê Meclisa Rûspiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Ezîz Dîko daxuyanî xwend.

Rûspiyan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze senaroyaya Lîwa Îskenderon dûbare bike û xaka Sûriyeyê qut bike. Her wiha gotin, li dijî êrişên dagirkirinê divê diyalogên sûriyeyî-sûriyeyî pêk werin.

)bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pDpdySagiyQ?si=njkPQIMnp6eluGlr" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k_MS8ZUGlFQ?si=7dLOnifz9R3koBRr" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PXW3N8J2iEk?si=BEOWhWEypDUKMA6G" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jyKOErMZMvg?si=_b1lXvyIVlMimNEK" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YF_dJt0dceo?si=9cohbNDX7lIfxQdR" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xBoCmyDDvJk?si=hc0IM0DTLUZoOx62" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VrnhFkv1AB0?si=h2DyQnePDYYvpTGa" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9g7pyRi-ScU?si=i7iYkX4YSeqGYcBN" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vzvR0bXN9jc?si=2liDMpE1OtlGGY1X" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>