YCWK’ê fabrîkaya faşîstekî da ber agir

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li navçeya Seyhan a Edeneyê fabrîkayekî hevkarekara  rejîma faşîst, da ber agir. 

YCWK’ê fabrîkaya faşîstekî da ber agir
7 cotmeh, 2023   12:27

YCWK’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, wê ev êrîş dewam bikin.

YCWK’ê destnîşan kir ku ew ê li bajarên  Tirkiyeyê bersiva êrîşên dewlata Tirk a dagirker a li ser Rojava bidin û got: “Li dijî tecrîdê û hemû êrîşan, yekîneyên me yên YCWK’ê 5’ê Cotmehê li navçeya Seyhan a Edeneyê ya Tirkiyê derdora saet 22.50’an de  fabrîkaya lastîkan a bi navê Contînental a ayîdê hevkarekî rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst, dan ber agir. Faşîzm wê li mala xwe hesabê hemû êrîşan bide.”