Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta Tirk rewşa jiyanî û mirovî girantir dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dijberî çareseriyên navneteweyî û biryara 2254 e û diyar kir ku ev êriş rewşa mirovî û jiyanî ya li herêmê girantir dike û rê li koçberî û wêraniyê vedike.

Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta Tirk rewşa jiyanî û mirovî girantir dike
7 cotmeh, 2023   12:24

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyaniyek da.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Semer El Ebdullah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ku ji 4`ê Cotmehê de li dijî saziyên jiyanî û xizmetên ên li herêmê hat kişandin û hat gotin: “Ev şerê tolhildana DAIŞ`ê ye. Şerê dijî hewldanên têkoşîna li hember terorê ye, şerê xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê ye. Van êrişên dawîn di aliyên mirovî û xizmetguzarî de bandorek neyînî kir, dorpêça heyî li herêmê girantir kir û rewşa aborî aloztir kir.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî benda 7`an a Qanûna Mirovî ya Navneteweyî, li gorî madeyên 48 û 54 yên Protokola Yekemîn a Lihevkirinên Cinêvê (1949), hedefgirtina jêderên jiyanê mîna stasyonên kehrebe, av, petrolê sûcên şer in.

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 40 êrişên hewayî bi 30 balairên bêmirov û biçek êrişî pêk anîn. Deverên hatine bombebarankirin ev in;

1-Kampa Hesekê û herêmên sivîlan ên li derdorê.

2-Stasyona Himmê ya li Hesekê ku avê dide bajêr û gundewarên wê, stasyona avê ya li gundê Ruguba yê navbera Hesekê û Til Temirê.

3-Bendava Çilaxa.

4-Gundê Til Hebeş ê girêdayî Amûdê, gundên Tewîla û Dirdara yên girêdayî navçeya Til Temir û gundê Til Cuma. Di encamê de hin welatiyên ji pêkhateya Suryan birîndar bûn. Gundên Um El Xêr, gundên rojvayê navçeya Sirînê ya Kobanê jî hatin topbarankirin.

5-Cihên petrolê; Gir Dahol, Al Qews, stasyona Sêgirka. Ew stasyona ji ximzetê derketin. Her wiha stasyona Seîde û Zeraba û zeviyê El Ewda yê li Tirbesiyê hatin bombebarankirin.

6-Stasyona Siwêdiyê ya gazê, stasyona dayîna kehrebeyê ya li bendava rojavayê Hesekê ku herêmên fireh ên Hesekê bi kehrebe dike, stasyona kehrebeyê ya li Qamişloyê, stasyona kehrebê li Tirbespiyê û stasyona avê ya Elokê. Di encamê de zirarên mezin çêbûn û kehrebe li ser stasyona Elokê hate qutkirin.

7-Li Qamişlo û Girbawî cihên avahîsaziyê û rêyên derdora Rimêlanê, herêma Zîwan a Şehbayê, 8 gundên Şêrawa û Şera yên Efrînê, herêma Til Rifet, gundên Eyn Îsa bi çekên doçka hatin topbarankirin. Hemwextê wê jî balafirên bêmirov û biçek deverên li herêma Cizîrê bombebaran kirin. Balafirên şer çiyayên Kezwana bombebaran kirin, her wiha herêmên Dêrik, depoyên Amûdê û Miştenûrê ya Kobanê hatin hedefgirtin.

Saktroên xizmerguzariyê, hin cihên petrolê gelek caran hatin bombebarankirin, ji xizmetê derketin. Her wiha hin nexweşxaneyên COVID-19′an jî ku xizmeta şêniyan dikirin, hatin bombebarankirin.

Weke bîlançoya destpêkê, di encama van êrişan de 15 kes şehîd bûn; ji wan 8 welatiyên sivîl, 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervanekî QSD′ê ne. Her wiha 10 kes birîndar bûn, ji wan 8 welatiyên sivîl, di nav de zarokek, 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn in.

Divê hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê li hember van kiryarên Tirkiyeyê yên li axa Sûriyeyê helwesteke zelal nîşan bide û bizanibin ku dewleta Tirk li dijî Sûriyeyê komployan digerîne. Divê di asta nîştimanî û asta derve de helwestên zelal bên nîşandan. Divê civaka navneteweyî, NY, hêzên li dijî terorê şer dikin û hemû aliyên hiqûqî û mirovî hay ji xeteriya vî şerî hebin. Ev êriş rewşa mirovî û jiyanî girantir dikin û rê li koçberî û wêraniyê vedikin. Ev êriş dijberî çareseriyên navneteweyî yên ji bo Sûriyeyê ne, di nav de biryara navneteweyî /2254/ ya sala 2015. Em ê li hember siyaetên qirkirinê karê xwe bidomînin. Em banga yekîtî û hevgirtinê li gelê xwe dikin. Em teqez dikin ku bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk, rêya herî rast ber bi çareserî û îstiqrara li Sûriyeyê ve ye.”

(fr/c)

ANHA