Li herêma ′bêçek′7 kes hatin kuştin

Hêzên hikumeta Şamê li herêmên ′bêçek′ gelek dever topbaran kirin. Di encamê de 7 kes hatin kuştin.

Li herêma ′bêçek′7 kes hatin kuştin
7 cotmeh, 2023   12:33

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê de li deverên cuda yên herêma ′bêçek′, di nav de 4 zarok, bi giştî 7 kes hatin kuştin.

SOHR ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê 3 caran daristana Batinte ya li nêzî Meret Misrîn û 4 cara herêma Besenqol û derodar Mihembel ên Idlibê bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku hêzên hikumeta Şamê şeva berê bi obîs û moşekan bajarê Cisir El Şixûr, Erîha, Tirmanîn, Dena, Sermîn, Afis, Hezre û Kefer Kermîn ên Idlibê û derdora Etarib û Waste yên rojavayê Helebê topbaran kirin.

 Piştî êrişa li dijî şahiya derçûna xwendekarên fakulteya leşkerî ya li Humisê ku di encamê de 89 kes hatin kuştin û 277 kes birîndar bûn, hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê êrişên xwe li dijî gelekên herêmên ′bêçek′ zêde kirin.

(fr)