Koçberên Girê Spî daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê kir

Koçberên kantona Girê Spî, dagirkirina bajar û gundên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve û êrişên domdar ên dijî herêmê şermezar kirin. Koçberan daxwaza vegera bê dagirkerî li warê xwe kir.

Koçberên Girê Spî daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê kir
7 cotmeh, 2023   11:45

Koçberên kantona Girê Spî li pêşiya Mizgefta Mezin a li navçeya Eyn Îsayê kom bûn û dagirkirina bajarê xwe ji aliyê dewleta Tirk ve û êrişan li dijî herêmê, bi meşekê şermezar kirin.

Meş li çerxerêya Şehîd Cûdî veguherî mitingê. Li wir, endamê Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî Mihemed El Şêx axivî û dagirkirina kantona Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve û bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

El Şêx diyar kir ku civata navneteweyî bi bêdengiya xwe, şirîktiya sûcên dewleta Tirk a dagirker dike.

El Şêx wiha domand: “Berxwedan û şopandina xeta şehîdan, rêya yekan e ya derxistina dagirkeran e.”

El Şêx li ser navê koçberên Girê Spî daxwaza vegera bê dagirkerî li warê xwe kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 9`ê Cotmeha 2019`an kantona Girê spî û beşên mezin ên gundewarê wê, dagir kirin.

(şx)

ANHA