Koçberên Kampa Newroz daxwaza qedexeya hewayî kir

Koçberên Kampa Newroz a li bakur-rojhilatê Dêrikê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên dijî welatî û saziyên xizmetê yên herêmê şermezar kirin.

Koçberên Kampa Newroz daxwaza qedexeya hewayî kir
7 cotmeh, 2023   11:35

Bi dehan koçberên Serêkaniyê û Efrînê yên li Kampa Newroz a li bakur-rojhilatê bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişloyê bi cih dibin, li qada kampê daxuyaniyek da. Endamê rêveberiya kampê Siûd El Nasir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên jiyanî û xizmetê hatin şermezarkirin û hat gotin ku ev êriş êşên xelkê herêmê girantir dikin.

Koçberan di daxuyaniya xwe de anîn ziman ku ev êriş dê nikaribin berxwedana gelê herêmê têk bibin û daxwaza ferzkirina qedexeya hewayî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

(fr/c)

ANHA