​​​​​​​Gelê Cizîrê berê xwe da navenda koalisyona navnetewî  

Welatiyên Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrikê meşiyan pêşiya navenda Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê û hevdîtin pêk anî.

7 cotmeh, 2023   12:07

Girseya ji ji Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrikê hatibû li Qada Şehîd Xebat a Rimêlan kom bû û daxuyaniyek da çapemeniyê.

Endamê Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Ebdulezîz Yusuf daxuyanî xwend û êrîş şermezar kirin.

Ebdulezîz Yusuf êrîşên dewleta Tirk a dagirker wekî êrîşên terorîstî pênase kirin û got: “Ev karê tirsûnek zîhniyeta sûçdar a li hemberî aramî û jiyana gelên herêmê nîşan dide.”

Ebdulezîz Yusuf bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê kir ku van karên terorî tavilê bidin sekinandin û qada hewayî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji Tirkiyeyê re qedexe bikin.

Piştî daxuyaniyê girse bi seyareyan çû ber navenda Koalîsyona Navnetewî ya li gundê Sikêriyê. Li vir şandeyek ji nava girseyê derbasî hundir bû û bi rayedarên koalîsyonê re dest bi hevdîtinê kir. Di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî dom dike de wê dosyayek pêşkêşî rayedaran were kirin.

(ekip/a)