Şerê li bakur rojavayê Sûriyeyê gur dibe

Li bakur rojavayê Sûriyeyê ji ber şerê hêzên Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker 12 kes hatin kuştin, hejmarek din jî birîndar bû. Di nava kuştiyan de zarok jî hene.

Şerê li bakur rojavayê Sûriyeyê gur dibe
7 cotmeh, 2023   07:37

Li derdora Melacê ya gundewarê başûrê Idlibê, 2 leşkerên hikumeta Şamê bi guleyên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Li bajaroka Termanîn ê bakurê Idlibê jî di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê de 5 kes hatin kuştin, ku 4 ji wan zarok bûn, hin kes jî birîndar bûn û rewşa hinekan giran e.

Di êrişa moşekan a hêzên Şamê ya dijî bajarê Idlibê de jî yek ji wan zarok, 4 kes hatin kuştin. Li bajaroka Erîha yê Idlibê jî 2 kes birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Li aliyekî din, li derdora El Kebîne ya li gundewarê bakurê Lazîqiyê çeteyekî Heyet Tehrîr El Şam di êrişa hêzên hikumeta Şamê de hat kuştin.

Balafirên şer ên Rûsyayê jî rojavayê bajarê Idlibê, nêzî girtîgeha navendî bombeb aran kir. Tevgera balafiran li asîmanê herêmê hê jî dewam dike.

Hêzên Şamê rêya Darit Izze-Termanîn a li gundewarê Idlibê jî bi moşekan hedef girt.

(c)