Agahiyên 24 saetên dawî yên têkildarî êrîşan hatin parvekirin

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agahiyên 24 saetên dawî yên derbarê  êrîşên dewleta Tirk a dagirker de aşkera kirin.

Agahiyên 24 saetên dawî yên têkildarî êrîşan hatin parvekirin
6 cotmeh, 2023   16:41

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku li ser malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatiye parvekirin de ev agahî hatin parvekirin:

“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me bi balafirên şer û keşfê, obus û hawanan dom kirin. Di êrişan de gelek navendên debarê û xizmetguzariyê, gund û bajarokên niştecihan hatin hedefgirtin. Di encamê de ziyanên mezin çêbûn şehîd û birîndarên sivîl hene.

Em agahiyên din ên têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me ji raya giştî re radigihînin:

QAMIŞLO

3 top li gundê Til Zîwanê ketin.

Kargeheke cemedê (bûz) a li nêzîkî gundê Demxiyê ku di bin kontrola rêjîma Sûriyeyê de ye hat hedefkirin.

Li devera Elî Firo foca Pêncemîn hat hedefgirtin. Derdora navenda avahîsaziya leşkerî ya li hîzama bakur hat hedefgirtin.

TIRBESPIYÊ

Balefireke şer zeviyeke petrolê ya li nêzî benda kontrolê ya Asayîşê bombebaran kir. Du top li derdora îstasyona veguhestina elektrîkê hatin xistin. Devera bîrên petrolê ya Ewdeyê jî bi 6 topan hate hedefgirtin. Di encama bombebaranê de li bajarokê Tirbespiyê welatiyekî sivîl şehîd bû.

AMÛDÊ:

 Gundê Xirbet Xewî bi topekê hat hedefgirtin.

HESEKÊ

Balafirên şer bi çar roketan êrîşî Çiyayê Kizwanan (Cebel Ebdulezîz) kirin.

TIL TEMIR

11 top li gundên El-Tawîla, El-Dirdara û gundê Til Cuma ketin. Di encamê de 2 endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî birîndar bûn.

ÇILAXA

Îstasyona Sêgirka Diro hat hedefgirtin û ji xizmetê hat derxistin. Her wiha îstasyona Eleqos ya neftê, îstasyona petrolê ya Aliyan hatin bombebarankirin.

GIRKÊ LEGÊ

Hîzama Rimêlanê (Rêya hawirdorê) ya li kêleka benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat hedefgirtin.

KOÇERAT

Akademiya Erka Xweparastinê ya Şehîd Bawer û benda kontrolê hatin hedefgirtin.

DÊRIK

Bendek leşkerî ya li Bendava Girê Kera û derdora nexweşxaneya Kovîd hat bombebarankirin.

KOBANÎ

Gundê Çariqlî bi 3 topan, Til Şeîr û Zor Mixar bi 6 topan û Xerab Eto jî bi 7 topên hawanê hatin topbarankirin.

EYN ÎSA

Gundê Sawan û depoya genim, gundên Kûr Hesen, Ebû Nîton û Ehmedî Sexîr her yek bi 3 topên hawanê û gundê Dibsê jî bi 2 topên hawanê hatin topbarankirin.

MINBIC

Gundê Korheyûk bi 5 topên hawanê, gundê Kawiklî bi 4 topên hawanê, gundê Qurtê bi 4 topan, gundê Seîdê bi 64 topan,  gundê Mehsinîn bi 4 topan, gundê Ewn El-Dadat bi 10 topên hawanê û 6 topên obîsê, gundê Çat bi 7 topan, gundê Şêx Yehya jî bi 2 topan hatin topbarankirin. 

ŞEHBA

Gundên Hirbil, Um El-Qûra, Nêrabiyê, Xirbet Şeal, Radar, Um El-Hoş, Beluniyê, Eyn Deqnê, Dêr Cemal, Kefer Naya, Kefer Nasêh, Aqîbê, Tinib, Ziyaret, Şêx Hilal, Şêx Îs û bajaroka Til Rifeat hatin topbarankirin.

Di du saetên borî de balafirên bê mirov û bi çek îstasyona veguhestina kehrebê ya li Qamişlo ya li nêzî nexweşxaneya Kovîd, îstasyona veguhestina kehrebê ya li Tirbespiyê, navend û îstasyona gazê ya Swêdikê ku elektirîkê dide piraniya bajar û bajarokan hatin bombebarankirin.

(he/a)