​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin

Welatiyên Reqayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin
​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin
​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin
​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin
​​​​​​​Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin
6 cotmeh, 2023   14:12

Bi sedan welatiyên bajarê Reqayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. 

Meş ji pêşiya Mizgefta Nûr a li rojavayê bajar dest pê kir û dirûşmên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Bijî berxwedana gelan", "Bijî QSD" û "Bimire dewleta Tirk a faşîst" hatin berzkirin.

Meş li ber nexweşxaneya Wetenî rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama Meclisa Kombûna Jinan  a Zenûbyayê Fatima Salih daxuyaniya bi navê meclisa kombûnê xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku armanca ji van êrişan şikandina îradeya jinênazadxwaz e ku xwe li gorî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê  di daxuyaniyê de got: ′′Em nahêlin dijmin armancên xwe pêk bîne û împoratoriya Osmaniyan zindî bike."

Bi navê Komîteya Kar û Barên Olî ya bajarê Reqayê Yehya Mehmûd jî anî ziman ku ew kom bûne da ku li dijî dagirekriya Tirk dengê xwe bilind bikin û got: "Em ê li hemberî planên ku li dijî herêmên me yên ewle têne sazkirin, bêdeng nemînin."

(bb)

ANHA