Nasnameya şehîdekî êrişa li Hesekê aşkera bû

Di bombebarana duh a dewleta Tirk a dagirker a li dijî mezreya Himê ya li Hesekê de, welatiyê bi navê Ednan Ebdî şehîd bû.

Nasnameya şehîdekî êrişa li Hesekê aşkera bû
6 cotmeh, 2023   13:40

Artêşa Tirk a dagirker duh mezreya Mişêrfê Himê ya li bakurê bajarê Hesekê û li ser rêya Til Temirê ye bombebaran kir. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Ednan Sadûn Ebdî (52) şehîd bû û 4 welatiyên din birîndar bûn.

Cenazeyên Ednan Ebdî û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mecid Nîdal wê sibe li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê werin veşartin.

(bb)

ANHA