Li Helebê jî hêrsa li dijî êrişan

Li Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê hatin şermezarkirin û peyama berxwedanê hate dayîn.

Li Helebê jî hêrsa li dijî êrişan
Li Helebê jî hêrsa li dijî êrişan
Li Helebê jî hêrsa li dijî êrişan
Li Helebê jî hêrsa li dijî êrişan
Li Helebê jî hêrsa li dijî êrişan
Li Helebê jî hêrsa li dijî êrişan
Li Helebê jî hêrsa li dijî êrişan
Li Helebê jî hêrsa li dijî êrişan
Li Helebê jî hêrsa li dijî êrişan
Li Helebê jî hêrsa li dijî êrişan
Li Helebê jî hêrsa li dijî êrişan
6 cotmeh, 2023   14:25

Bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Meş ji pêşiya hola civînan a 8'ê Adarê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkirî û qirkirinê re", "Destê xwe ji Rojava bikişîne kujer Erdogan" û "Li hemberî êrişên qirkirin û tevkariyê em ê asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin" hatin hildan. Her wiha dirûşmên şermezarkirina êrişan, banga hesabpirsînê ji sûcdaran û  xwedîderketina li şehîdan hatin berzkirin.

Meş li qada 7 Şehîdan rawestiya. Li vir hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşen Mihemed axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Rewşen Mihemed diyar kir ku êrişên dewleta Tirk  a dagirker bêçarebûna wê nîşan dide û got, rejîma Tirk bi van êrişan dixwaze ji rewşa xwe bireve û raya giştî bixapîne.  Rewşen anî ziman ku berdewama êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe sedema vejandina şandeyên veşartî yên DAIŞ′ê.

Rewşen Mihemed bal kişand ser çalakiya fedaî ya endamên Tabûra Nemiran a li Enqereyê jî û got: "Çalakî bersiveke guncaw ji bo gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker bû ku hîna binesazî û saziyên xizmetguzarî û kampan dike hedef."

Di dawiya meşê de beşdaran soz dan ku ew ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hevgirtin û têkoşîna xwe xurt bikin.

(mh)

ANHA