Gaziyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dijî êrişan bang kir

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li hemû kesî kir ku rabin ser piyan.

Gaziyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dijî êrişan bang kir
6 cotmeh, 2023   13:34

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê têkildarî bombebaranên dewleta dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta dagirker ji roja destpêkê heya îro êrîşî şoreşa me dike. Tehemula wê li hemberî deskeftiyên gelê me nîn e. Dewleta Tirk a dagirker navendên pêdîwiyên gel pêşwazî dikin, kirine hedef. Gelê me û navendên wê yên xizmetê li pêşberî çavên cîhanê tên bombebarankirin. Em ê bi tu awayî van êrîşên qebûl nekin û dijî bisekinin.

Cîhan li hemberî wan êrîşan ker û lal bûye. Qada hewayî di destê hêzên koalîsyonê de ye. Eger ew rê nedin dewleta Tirk a faşîst nikare êrîş bike. Lewma hêzên koalîsyonê ji van êrîşan berpirsiyar in. Em bang li her kesî dikin ku helwest nîşan bidin.

Em weke Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan êrîşan şermezar dikin. Çi dibe, bila bibe emê li hember wan êrîşan bêbersiv nemînin. Em bang gelê xwe yê çar aliyên Kurdistanê dikin ku rabin ser pêyan.”

ANHA