Li Kobanê merasîma sersaxiya şehîd Bagok

Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo ku sersaxiyê bidin malbata şehîd Bagok Kobanê, bera xwe da konê sersaxiyê.

Li Kobanê merasîma sersaxiya şehîd Bagok
Li Kobanê merasîma sersaxiya şehîd Bagok
Li Kobanê merasîma sersaxiya şehîd Bagok
Li Kobanê merasîma sersaxiya şehîd Bagok
Li Kobanê merasîma sersaxiya şehîd Bagok
Li Kobanê merasîma sersaxiya şehîd Bagok
Li Kobanê merasîma sersaxiya şehîd Bagok
Li Kobanê merasîma sersaxiya şehîd Bagok
Li Kobanê merasîma sersaxiya şehîd Bagok
6 cotmeh, 2023   10:42

Ji bo merasîma sersaxiya malbata şehîd Bagok Kobanê (Bangîn Qere Elî) îro li Kobanê konê sersaxiyê hat vedan.

Konê sersaxiyê li Taxa Şehîd Kawa hat vedan û nûnerên saziyan û şêniyan bi awayekî girseyî berê xwe da kon.

Di merasîmê de Bekir Hec Îsa axivî û got: “Em sarsaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Gelê me careke din rastî komkujî û qetilkirinê tê. Lê em hêz û morala xwe ji şehîdan digirin. Em soz didin şehîdan; em ê tola wan hilînin.”

Birayê şehîd Bagok Kobanê Ciwan Qere Elî jî got: “Di serî de şehîd Bangîn ne şehîdê yekemîn e û ne yê dawîn e. Birayê min şûjina çavê dijmin bû. Ez ji Erdogan re dibêjim; we Bangîn şehîd xist lê bi hezaran Bangîn hene û dê li pey xeta Bangîn bin. Em ê xwîna şehîdan ji dijmin hilînin.”

(eş)

ANHA