Balafirên Rûsyayê li Hema û Idlibê êriş pêk anîn

Balafirên şer ên Rûsyayê êrişî derdora gundê Çiftlek Hec Hemûd ê bakurê Cisir El Şixûr, derdora gundê Qerqûr ê Sehil El Xab kir. Hêzên hikumeta Şamê jî herêmên cuda yên Idlibê topbaran kirin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Balafirên Rûsyayê li Hema û Idlibê êriş pêk anîn
6 cotmeh, 2023   10:45

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê 5 caran êrişî derdora gundê Çiftlek Hac Hemûd ê bakurê Cisir El Şixûr kiriye û gundê Qerqûr ê Sehil El Xab jî bombebaran kiriye.

Li aliyekî din çeteyên Fetih El Mûbîn jî bi moşekan gelek deverên li navçeya Corîn a Sehil El Xab li gundewarê Hemayê topbaran kirin. Heta niha agahiyên der barê windahiyan de nehatine bidestxistin.

Li “herêma bêçek” jî êriş û şerê navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk  dewam dikin. SOHR`ê ragihand ku ji ber topbarana hikumeta Şamê ya li dijî herêmên cuda yên Idlibê û gundewarên wê kuştî û birîndar çêbûne.

(şx/c)