Çeteyan li Hemayê êriş kir: sivîlek hat kuştin

Çeteyên Fetih El Mûbîn ên girêdayî dewleta Tirk a dagirkir êrişî bajarokê Corîn ê Sehil El Xab kir. Di êrişê de welatiyek hat kuştin, 2 kesên din jî birîndar bûn.

Çeteyan li Hemayê êriş kir: sivîlek hat kuştin
6 cotmeh, 2023   10:35

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên Fetih El Mûbîn ên girêdayî dewleta Tirk a dagirkir bajarokê Corîn ê Sehil El Xab ê li bakur rojavayê Hemayê bi moşekan topbaran kiriye. Li gorî SOHR`ê, di encamê de welatiyek hatiye kuştin, 2 kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka îsal  de ji ber êrişên çeteyên Tehrîr El Şam û komên çeteyan ên li dijî herêma bêçek, 15 kes hatine kuştin.

(şx/c)