Bîlançoya êrişa li Humsê giran dibe

Bîlançoya kuştiyên êrişa li dijî hêzên hikumeta Şamê li Humsê derket 89`an.

Bîlançoya êrişa li Humsê giran dibe
6 cotmeh, 2023   09:13

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku di encama êrişa li dijî hêzên hikumeta Şamê ya li fakulteya şer a Humsê de, heta niha 89 kes hatine kuştin, ku di nava wan de 31 jin û 5 zarok jî hene.  Wezaretê da zanîn ku hejmara birîndaran jî 277 e.

Duh piştî bidawîbûna şahiya derçûna efserên girêdayî hikumeta Şamê li fakulteya şer a bajarê Humsê, teqîneke mezin rû da. Hemwextî wê balafirên bêmirov li asîmanê herêmê digeriyan. Birîndar rakirin nexweşxaneya leşkerî ya Humsê, nexweşxaneya El Basil, El Nehda, El Ehliye.

Hikumeta Şamê ji bo qurbaniyên êrişê heta 3 rojan şîn ragihand.

Piştî êrişê, Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê daxuyaniyek da. Di dauxyaniyê de wiha hate gotin: “Fermandariya Giştî ya Artêşê û Hêzên Çekdar, ev kiryara terorîst û tirsonek, bi sûcekî nav dike. Dê bi hêz û bi awayekî cidî bersiv bide rêxistinên terorîst. Em ê hesabê ji komplger û faîlên vê êrişê bipirsin û wê berdêleke giran bidin.”

Piştî êrişê, hêzên hikumeta Şamê derdora bajarê Idlibê, bajarokên Bineş, Sermîn, Erîha, Nêreb bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de li gorî SOHR`ê 8 kes hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn.

Lê belê hin dezgehên çapemeniyê yên nêzî çeteyên dewleta Tirk a dagirker gotin ku di wan êrişan de 14 kes hatine kuştin, 64 jî birîndar bûne.

(şx/c)