HBDH’ê li Mêrdînê çalakî kirin

Milîsên Rêber Amanos ragihand ku li bajarê Mêrdînê a Bakûrê Kurdistanê bi molotofan li dijî nuqteya polîsan çalakî kirine.

HBDH’ê li Mêrdînê çalakî kirin
6 cotmeh, 2023   09:15

Milîsên Rêber Amanos ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku wan ev çalakî bi wesileya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatî kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hêrsa me ya li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê mezin e! Ji bo protestokirina vê, em her derê vediguherînin qada çalakiyê. Em qêrîna gelê Kurd a ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!’ digihînin her qadê! Agirê hêrsa xwe em e dijmin bişewitîne!”

HBDH ‘ê Têkildarî çalakiyên Mêrdînê ev agahî dan:

“2’ê Cotmehê me bi giştî Mêrdînê kar û xebatên propaganda û bi nivîsandina li  kolanan komploya navneteweyî lanet kir, 3’ê Cotmehê me li ser rêya Nisêbîn/Rêya Hevrêşimê bi molotofan êrîşî nuqteya polîsên dewleta Tirk  kir. Polîsên  dewleta Tirk a faşîst bi ava TOMA’yê  bersiva çalakiya me da. Di wir pevçûn qewimî, milîsên me bi rengekî bi ewle ji herêmê veqetiyan.”

Daxuyaniyê bal kişand li ser çalakiyên ku li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehe li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatî kirin.

Her wiha çalakiya fedayî ya ku şervanên azadiyên Kurdistanê yên ‘Tabura Nemiran’ pêk anî, silav kir.