PADK: Li hember êrişan bibin yek

PADK`ê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir  û bang li hêzên siyasî yên kurd û tevahî pêkhateyên herêmê kir ku li hember terora dewleta Tirk bibin yek.

PADK: Li hember êrişan bibin yek
6 cotmeh, 2023   08:59

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê (PADK) têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: Ji sibeha pêncşemê ve dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên bi çek, gundê, avahiyên xizmetguzariyê, stasyonên kehrebeyê, avê, sotemeniyê, bîrên petrolê yên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn û ziyanên mezin li herêmê hatin.

Ev êrişên berberî, di çarçoveya berdewamkirina hemleya qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmên Rêveberiya Xweser de pêk tên. Dewleta Tirk careke din hewl dide ku ewlehiya herêmê têk bibe û projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser tune bike.

Her kes dizane çima dewleta Tirk binesaziya herêmê topbaran dike. Ew hewl dide darbe li aboriya herêmê bide û jêderên quta sivîlan tune bikein û wan koçber bike.

Em van êrişan red û şermezar dikin. Em dibêjin hicetên Tirkiyeyê ne rast in.

Em bang li civata navneteweyî û DYA`yê dikin destwerdanê bikin, êrişên Tirkiyeyê rawestînin, hesabê ji Tirkiyeyê bipirsin ku sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê pêk anîn, dema binesaziya herêmê topbaran kir.

Her wiha em bang li hêz, partî û pêkhateyên herêmê dikin ku li hember terora dewleta Tir kbibin yek. Piştgiriay QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin ku parastina ewlehiya herêmê dikin.”

(şx)

ANHA