​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker 40 dever kirin hedef

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de qadên sivîlan, 3 stasyonên kerhebeyê, 4 cihên petrolê, 2 stasyonên avê, stasyoneke gazê  û bendava Çilaxa bombe kirin. Di encamê de 2 welat û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker 40 dever kirin hedef
6 cotmeh, 2023   04:35

Dewleta Tirk a dagirker duh (Pêncşemê), êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di êrişên xwe de zêdetir navendên xizmetguzariyê kirin hedef. Di encama van êrişan de 2 welat û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û 6 kes birîndar bûn.

-Balafira dewleta Tirk a dagirker mezreya Mişêrfe Himê ya li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê de bombebaran kir. Di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Mişêrfê- Hesekê erebeyeke sivîlan bombebaran kir.

-Balafira şer  a dewleta Tirk 5 caran li dû hev derdora kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ya li rojavayê bajarê Hesekê bombebaran kir.

-Balafira bê mirov a bi çek dewleta Tirk a dagirker derdora saet di 11:30′an de gundê Tewîla yê rojavayê navçeya bombebaran kir.

-Balafira bê mirov a bi çek dewleta Tirk a dagirker nêzî stasyona avê ya li gundê Rikuba yê başûrê navçeya Til Temirê bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

-Balafira bê mirov a bi çek dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê (Bendava Xerbî) ya kehrebeyê dide beşek mezin ji bajar û gundên Hesekê kir hedef.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta dagirker gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bombebaran kir.

-Artêşa Tirk a dagirker dibistana gundê Dad Ebdal û nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Bobî û Esediyê yên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê topbaran kirin.

KANTONA QAMIŞLO

-Dewleta Tirk a dagirker derdora saet di 10:45′an de derdora bendava Çilaxa ya kantona Qamişloyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ziyanên madî çêbûn.

-Derdora saet di 11:00′an de dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Til Hebeşê (3 km dikeve başûrê navçeya Amûdê) kir û di encamê de 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

-Balafira bê mirov a bi çek a artêşa Tirk a dagirker devera petrolê ya li nêzî gundê Gir Dahol ê dikeve başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta dagirker stasyona petrolê ya li gundê Al Qews ê navçeya Çilaxa bombebaran kir.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker stasyona petrolê ya Seîda ya li gundewarê Tirbespiyê kir hedef.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta dagirker stasyona petrolê ya Ziraba ya li navçeya Tirbespiyê bombebaran kir.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk nêzî Hîzama bakur a bajarê Qamişloyê stasyona kehrebeyê  ya li taxa Cirnk û santrala stasyona li bakur bombebaran kirin.

-Dewleta Tirk stasyona kehrebeyê ya navçeya Amûdê bombebaran kir.

-Artêşa dagirker bi balafira bê mirov a bi çek stasyona gazê ya Ewda ya li Tirbespiyê bombe kir.

HERÊMA FIRATÊ

-Derdora saet di 12:31′an de balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk li gundê Qesif ê başûrê rojavayê navçeya Sirîn ê başûrê bajarê Kobanê 3 bombe li cihekî tamîkirina xist.

-Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Xirab Îşkê (45 km dikeve başûrê rojhilatê bajarê Kobanê) û li ser rêya M4 motorsîklêtek bombebaran kir û di encamê de 2 welatî şehîd bûn.

-Dewleta dagirker saet di 15:10′an de bi çekên giran gundê Seyda yê dikeve bakurê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

ŞEHBA

-Balafira bê mirov a bi çek li gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê 2 nuqteyên hêzên hikumeta Şamê bombebaran kir. Di encamê 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.

-Artêşa Tirk gundê Zîwanê yê Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.

-Artêşa dagirker navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran kir.

-Gundên Meranaz, herêma di navbera gundên Dêr Cemal û Ziyaretê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin topbarankirin.

(bb)

ANHA