​​​​​​​Balafirên şer û bêmirov navçeyên Qamişloyê bombebaran dikin - HAT NÛKIRIN

Balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gelek dever li navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrik û Girkê Legê bombebaran kirin.

​​​​​​​Balafirên şer û bêmirov navçeyên Qamişloyê bombebaran dikin - HAT NÛKIRIN
5 cotmeh, 2023   20:19

Li nûçegihanên me li kantona Qamişloyê, balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker cihekî petrolê, stasyonên kehrebeyê, gundên navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrik, Girkê Legê û Amûdê bombebaran kirin.

Li Tirbespiyê, zeviyê petrolê yê Ewde, deverek li nêzî gundê Leylan, devereke din li rojhilatê navçeyê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin.

Li Dêrikê nûçegihana em aşkera kir ku stasyona kehrebeyê ya gundê Teqil Beqil, stasyona kehrebeyê yê gundê Sêgira Dero yê navçeya Girkê Legê ji aliyê balafira şer ve hatiye hedefgirtin.

Nûçegihana me li navçeya Çilaxa jî ragihand ku gundê Etşan, stasyona petrolê ya Al Qews hatiye hedefgirtin.

Li Amûdê jî dewleta Tirk a dagirkger gundê Xerbî Xoy ê başûrê navçeyê topbaran kir.

(şx)

ANHA