​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-10-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-10-2023
5 cotmeh, 2023   23:00

Rêvebera Mala Jinan a Herêma Firatê Semîra Mihemed Elî çalakiya fedaî ya şehîd Arîn Mîrkan nirxand û got: "Arîn Mîrkan a fedaî bû meşaleya azadiyê, bi çalakiya xwe peyamek da çavbirçiyên xaka me ku berdêl çi dibe bila bibe em dev ji xaka xwe bernadin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên navçeya Til Hemîsê diyar kirin ku komploya navneteweyî nikarîn rê li ber belavkirina ramanê azad ê Rêber Abdullah Ocalan bigire û gotin, armancên komployê têk çûn.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku ew ê hata dawiyê piştgiriya gerîla bikin û got, gerîla mîsogeirya hebûna tevahî gelan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê got êrişa dewleta Tirk a li dijî herêmê, sûcekî şer e û bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bike. Di heman demê de bang li xelkê herêmê kir ku li ber xwe bidin û got: “Em xwedî heq û ax in.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokên KONGRA GEL, KNK, KCKD-E, KON-MED’ê bang li gelê çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kirin ku dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi yekrêzî li dora pergala Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bibin xelek.

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de qadên sivîlan, 3 stasyonên kerhebeyê, 4 cihên petrolê, 2 stasyonên avê, stasyoneke gazê  û bendava Çilaxa bombe kirin. Di encamê de 2 welat û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

4 nuqteyên petrolnû gazê yên kantona Qamişlo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi balafirên bêmirov ên biçek hatin bombebarankirin, piraniya wan berê hatibûn hedefgirtin. Gelo ew nuqte çi ne, girîngî û bandora wan çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevanên ji Sûriyeyê û Iraqê bang li hikmetên Şam û Iraqê û civata navneteweyî kir ku hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Dêrazorê piştî bidawîkirina operasyona Xurtkirina Ewlehiyê, bi armanca ji nûve avakirina pergalê, li bi gel, rûspiyî û rewşenbîrên herêmê re civîn tên lidarxistin, nêrîn û pêşniyar tên girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Muxalifê Sûriyeyî Fîras Qesas destnîşan kir ku, eger projeya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê were destek kirin, wê pirsgirêk çareser bibe û welatekî bi rûmet-demokratîk were avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina êrişan çalakiyên cuda li bajar û navçeyan li dar dixin û teqezî bi berxwedanê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê cenazeyên 2 şehîdan li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê oxir dikin saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)