Gelên Cizîrê dijî êrîşên dagirkeriyê îro dadikevin kolanan

​​​​​​​Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku ji serê sibehê ve li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê didomin, gelên herêmê wê îro derkevin xwepêşandanan. 

Gelên Cizîrê dijî êrîşên dagirkeriyê îro dadikevin kolanan
5 cotmeh, 2023   11:28

Gelên Cizîrê wê îro (5 cotmeh) di saetên êvarê de li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Amûdê dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanan lidar bixin.

Navendên ku dê xwepêşandan werin lidarxistin û saetên wan wiha ne:

HESEKÊ:

Cîh: Çerxerêya Sînalco ya li Taxa Til Hecer

Saet: 16.00

QAMIŞLO:

Cîh: Çerxerêya Sony

Saet: 17.00

AMÛDÊ: 

Cîh: Qada Jina Azad

Saet: 17.00

DÊRIK:

Cîh: Qada Azadiyê

Saet: 17.00

Komîteyên amadekar bang li hemû kesî kirin ku tevlî xwepêşandanan  bibin.

a

ANHA