Kongra Star komploya navneteweyî şermezar kir

Kongra Star komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê dewam bikin.

Kongra Star komploya navneteweyî şermezar kir
5 cotmeh, 2023   11:23

Kongra Star a Amûdê bo boneya salvegera 25′an a komploya navneteweyî daxuyaniyek da.

Endama rêveberiya Kongra Star Nûra Hisên li pêşa Qada Jin a li Amûdê bi beşdariya endamên Kongra Star, nûnerên rêxistinên jinan li bajêr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin weke tê zanîn dewleta Tirk heta xwîna kurdekî/ê û mirovên azadîxwaz li ser rûyê erdê heye nasekine, ew bi hemû hêz û tevahî rêbazan hewl didin Kurdan tune bike. Ew xeyal dike ku bi ferzkirina tecrîdê û qutkirina têkiliyan di navbera gel û Rêber Abdullah Ocalan de kurdan tune bike û fikrên Rêber Abdullah Ocalan têkildarî biratiya gelan têk bibe. Lê fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji siyasetên dewleta Tirk bihêztir in.

Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin ku kî li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bê deng be, şirîk e.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de got ruxmî Rêbertî di aliyê fîzîkî de ji gelên azadîxwaz dûr e, lê fikrên wî di nava gelan de belav bûne, dewleta Tirk û ajanên wê nikarin gel ji Rêbertî bi dûr bixin û dê heta azadiya wî ya fîzîkî li dora Rêbertî bicivin.

Di dawiyê de Kongra Star soza xwe ya têkbirina komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nû kir.

(fr)

ANHA