Salih Muslim: Berxwedana gelan dê biser bikeve

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker wê berxwedana gel bi ser bikeve. Muslim bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşan wekî rûreşiyekê pênase kir.

Salih Muslim: Berxwedana gelan dê biser bikeve
5 cotmeh, 2023   11:41

Hevserokê Giştî yê Partiya Yêkîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku hîn didomin de, ji ajansa me re axivî.

Salim Muslim, bal kişand ku êriş encama konsepta tinekirina gelê Kurd e û got: “Ev 8 salin êrîşên dewleta Tirk ên dijî Kurdan bênavber didomin. Êrişên îro jî parçeyek ji vê planê ye. Lê tu carî biserneketin û nikarin Kurdan tine bikin. Êrişên li ser Rojava li ser hemû Kurdan e.”

Salih Muslim, destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo êrîşan hincetan di afirîne û wiha dom kir: “Çalakiya li Enqereyê wekî hincet nîşan didin. Hakan Fîdan beriya niha jî digot ‘em dikarim çend roketan ji aliyê Suriyeyê li hemberî Tirkiyeyê bidin avêtin û hincetê şer derbixînim.’ Tu eleqeya tişta li Enqerê çêbûye bi Rojava re tine ye. Hemû hêzên navnetewî vê dizanin. Ji dûh ve êrişên wan li seranserî Rojava nesekinî ne. Ev sûcê dijmirovî ye.”

Salih Muslim bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşan weke rûreşiyek pênase kir û got: “Divê hêzên navnetewî vê hovîtiya dewleta Tirk êdî bidin sekinandin. Qada asîmanî ji dewleta Tirk re bigirin. Ev hişmendiya dewleta Tirk ji bo hemû Rojhilata Navîn û cîhanê xetere ye.”

Muslim di dawiya gotinên xwe destnîşan kir ku ew ê ji bo hebûna xwe heta dawiyê têbikoşin û berxwedana gelên herêmê wê biser bikeve.

(a)

ANHA