Ermeniyên Cizîrê: Polîtîkayên Tirkiyeyê li Artsaxê tên domandin

Meclîsa Civakî ya Ermenî û Yekîtiya Jinên Ermenî ya Herêma Cizîrê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên qirkirinê li Artsaxê (Karabag) jî dimeşîne û bang li civaka navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku helwest nîşan bidin.  

Ermeniyên Cizîrê: Polîtîkayên Tirkiyeyê li Artsaxê tên domandin
5 cotmeh, 2023   11:00

Meclîsa Civakî ya Ermenî û Yekîtiya Jinên Ermenî ya Herêma Cizîrê derbarê êrîşên Azarbaycanê ku bi desteka dewleta Tirk a dagirker li herêma Artsaxê dimeşîne de, daxuyaniyek da.

Girseya ku li Parka Arî ya li Qamişlo kom bû, ji vir heta pêşiya Ofîsa Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’ê meşiya. Piştî meşa ku Meclîsa Jinên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, Kongra Star û TEV-DEM’ê jî destek dayê, daxuyanî hat xwendin. Berpirsê meclîsên Ermeniyan ên li Cizîrê Îmad Tatriyan daxuyanî bi zimanê Erebî, Hevseroka Meclîsa Civakî ya Ermenî Guhar Xajadoryan ji bi Ermenkî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ber çavên hemû cîhanê dijî gelê Ermen nîjadkujî tê pêkanîn, lê tu kes dengê xwe nake û Azarbaycan Artsaxê ji Ermeniyan vala dike, li şûna wan jî eşîretên Tatar û komên terorîst bicîh dike.

Di daxuyaniyê polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker jî hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Nîjadkujiya ku Tirkan beriya sed salan di 1915’an de dijî Ermeniyan pêk anî, îro li Artsaxê bi rengê qirkirina fizîkî, çandî û guhertina demografiyayê didome. 

Di daxuyaniyê de êrîşên Azarbaycanê û desteka dewleta Tirk a siyasî û leşkerî, li Artsaxê bicîhkirina komên terorîstî û bêdengiya cîhanê hat şermezarkirin û bang li civaka navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û NY’ê hat kirin ku dijî van sûcan derkevin, helwest nîşan bidin.

(a)

ANHA