Li Reqayê Konferansa 1′emîn a Parastina Zarokan dest pê kir

Di van kêliyan de li Reqayê bi beşdarbûna nêzî 50 kesî Konferansa 1′emîn a Parastina Zarokan li dar dikeve.

Li Reqayê Konferansa 1′emîn a Parastina Zarokan dest pê kir
Li Reqayê Konferansa 1′emîn a Parastina Zarokan dest pê kir
Li Reqayê Konferansa 1′emîn a Parastina Zarokan dest pê kir
Li Reqayê Konferansa 1′emîn a Parastina Zarokan dest pê kir
Li Reqayê Konferansa 1′emîn a Parastina Zarokan dest pê kir
Li Reqayê Konferansa 1′emîn a Parastina Zarokan dest pê kir
5 cotmeh, 2023   10:53

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van kêliyan de li hola Mişwar a Reqayê bi diruşma ′Bi mezinkirina zarokan em civakê ava dikin û nifşê pêşerojê diparêzin ′ Konferansa 1′emîn a Parastina Zarokan li dar xist.

Di konferansê de nûnerên rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê), endamên nivîsgehên zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesayetên serbixwe yên lêkolînê li ser zarokan dikin, nûnerên ji rêxistinên herêmê û navneteweyî beşdar in.

Di konferasnê de cîgira seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz Elî axivî û got armanc ji lidarxistina konferasnê mafên zarokan werin parastin ku dûrî şer û aloziyan bi ewle bin.

Li aliyekî din jî cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê got Rêveberiya Xwese sîwana hemû pêkhateyan e û ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê dixebite û li ser parastina mozaîka civakî û mafên zarokan baldar e.

Emîne diyar kir ku Rêveberiya Xweser girîngî daye bernameya perwerdekirina zarokan û fêrkirina wan, pergalên parastina wan ji şerên çekdarî bi pêş xist. Emîne behsa rola mezin a Desteya Jinan di parastina zarokan de li ser bingeha avakirina civakeke durist ku ji zarokatiyê dest pê dike, kir.

Emîne got divê hemû sazî li ser danîna planên parastina zarokan bixebitin.

Konferansa 1′emîn a Parastina Zarokan ku tenê rojek e bi nîqaşkirina 5 mijarên sereke; Tundiya malbatê, bandorên wê li ser zarokan, karkirina zarokan û rêbazên li dijî wê, bandora tundrawiyê li ser zarokan di kampan de, rêbazên pêkanîna qanûna parastina zarokan, çawaniya destekdayîna navendên hewandina sêwiyan û astengdaran, dewam dike û dê li dawiyê encamnameyek bê dayîn.

(fr)

ANHA