​​​​​​​′Êrişên Tirkiyeyê ewlehiya welatiyan dixe xeteriyeke rasteqîn′

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got ew ewlehiya herêmê û welatiyan dixe xeteriyeke rasteqîn.

​​​​​​​′Êrişên Tirkiyeyê ewlehiya welatiyan dixe xeteriyeke rasteqîn′
5 cotmeh, 2023   11:03

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe bi rêya balafirên xwe yên bêmirov herêmên Cizîrê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê sibehê ve zêde kirin, êrişî avahiyên stratejîk, binesazî û herêmên tê de şênî hene hatin kirin. Ev êriş gefên nû yên derbekirina îstîqrar û ewlehiya herêmê ye.

Dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide krîza xwe ya hundirîn derbasî hundirê Sûriyeyê bike. Lê di bingeh de û ji ber gefên wê yên bênavber li dijî herêmê ku gelek sûc û êriş li dijî xelkê herêmê pêk anîne, herêm û şênî êşên wan dikişînin.

Van êrişan di nava welatiyan de tirsek çêkir, avahiyên stratejîk û binesazî wêran kirin. Bi van êrişan re herêmê dixe nava xeteriyeke rasteqîn. Li hember vê yekê tu helwestên hêzên herêmî, navneteweyî tune ne."

(fr)

ANHA