Balafireke bêmirov gundê Tewîle yê Til Temirê bombebaran kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Tewîle yê rojavayê navçeya Til Temirê ya Hesekê bombebaran kir.

Balafireke bêmirov gundê Tewîle yê Til Temirê bombebaran kir
5 cotmeh, 2023   08:47

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundê Tewîle yê rojavayê Til Temirê bombebaran kir.

Lê nûçegihan tu hûrgiliyên zêde aşkera nekirin.

Ji vê sibehê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêma Cizîrê pêk tîne; balafirên şer û bêmirov bajarê Hesekê, gundê Til Hebeş ê Amûdê û derdora bendava Çilaxa ya Qamişloyê bombebaran kirin.

(fr)

ANHA